Erdogan îro ligel Kiliçdaroglu, Bahçelî û Demîrtaş dicive
Li gor daxuyaniya ji aliyê serokwezîrtiyê ve hatî dayîn, ji bo balafira Tirkiyê ya ji aliyê Sûriyê ve hatî xistin bi hemû aliyên xwe ve bê destgirtin û maseya krîzê ya li Wezareta Derve ya Tirkiyê hatî danîn ji nêz ve tê teqîbkirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev pêşveçûn ji bo welat û herêma me giring in, bi armanca agehdarkirina serokê partiyan û danûstandinan, serokwezîrê me birêz Recep Tayîp Erdogan ji serokê partiyên li meclisê randevu xwestiye.”
Di vê çarçoveyê de îro Erdogan li avahiya fermî ya serokwezîrtiyê saet 14.00an ligel serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, saet 16.00an ligel serokê MHPê Devlet Bahçelî û saet 18.00an ligel hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş dicive.
Rudaw
