• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Îraqê 44 saziyên ragihandinê hatin qedexekirin

Li Îraqê 44 saziyên ragihandinê hatin qedexekirin
Hikûmeta Îraqê 44 saziyên ragihandinê yên biyanî û Îraqî qedexekirin.

Hat zanîn, Saziya Çavdêriya Azadiya Rojnamegeriyê ya Îraqê biryarnameyek derxistiye û bi hêceta ku 'gijkirina nakokiyên mezhebî û tayifî' di biryarnameyê de 44 medyayên biyanî û Îraqê li Îraqê têne qedexekirin.

Li gor hin çavkaniyan biryar ji aliyê Wezareta Navxweyî ve hatiye qebûlkirin. Li gor vê biryarê weşanên; BBC, Begdadiye, Şerqiye, Montecarlo, Sewa, VOA, Diyar, Babiliye, Newa, Mîrbed û hin saziyên din hatine qedexekirin.

Avestakurd
Top