HKê hewlên dûrxistina Nucêfî red dike
Peyvdarê HKê Muayed Teyib ji AKnewsê re daxuyand ku HKê nedigel dûrxistina Nucêfî ye û heta niha ti pirsgirêk li nav parlamentoyê çê nebûne.
Teyib got, “Bi baweriya me, daxwaza dûrxistina Nucêfî karvedanele li hember piştgiriya wî bo standina baweriyê ji Malikî, ez piştrastim ku eger ew daxwaz têkeve dengdanê jî, dengên pêdivî bi dest nayêne.”
Teyib xuya kir ku pêşkêşkirina daxwazekê ji bal 25 parlamenteran ti pirsgirêk li ser tune ye, lê ew nikarin dengê 164 parlamenteran kom bikin ji bo dûrxistina Nucêfî.
Hevbendiya Dewleta Yasa duhî aşkere kir ku wê daxwazeke 25 parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye ji bo lidarxistina rûniştineke awarte derbarê “pêşêlkariyên destûrî” yên Serokê Parlamentoyê Usame Nucêfî.
AKnews
