Wezîrên derve yên Swêd, Poloniya û Bulgaristanê tên herêmê
Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku di çarçoveya serdana wan bo Iraq û navçeyê de û bi mebesta pêşvebirina têkiliyên navbera her du aliyan, şanda wezîrên derve yên her sê welatan dê îro serdana herêmê bike.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta herêmê, Mistefa aşkere kir ku şanda han pêk tê ji Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt, Wezîrê Derve yê Poloniya Radoslaw Sikorski û Wezîrê Derve yê Bulgaristanê Nikolai Mladenov.
Mistefa ronî kir ku şanda han dê digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serkwezîrê herêmê Nêçîrvan Bazranî û berpirsên din ên herêmê bicive.
Biryar e, di vê serdanê de hikûmeta Poloniya nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê veke.
AKnews
