• Saturday, 07 February 2026
logo

150 Êl piştgiriya vekişandina baweriyê ji Malikî dikin

150 Êl piştgiriya vekişandina baweriyê ji Malikî dikin
150 serokê êl û kesatiyên çend parêzgehên Iraqê piştgiriya xwe bo hewlên vekişandina baweriyê ji Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ragihandin û her wiha piştgiriya Serokê Parlamentoyê Usame Nucêfî kirin.

Duhî, li bajarê Kerkûkê, bêtirî 150 serokên êlên erebên piraniya bajarên Iraqê digel hejmarek ji serokên êlên kurdan li Kerkûkê civiyan.

Mesûd Ekrem yek ji berpirsên Lîsteya Iraqiye li Kerkûkê û rêkxerê kongrê ji AKnewsê re ragihand ku beşdarên civînê piştgiriya xwe bo hewlên standina baweriyê ji Malikî tekîd kirin.

Serokê civata bajarokê “Multeqa” Yûnis Elî di kongreke rojnamegeriyê de got, “Em hewlên Hevbendiya Dewleta Yasa ji bo standina baweriyê ji Serokê Parlamentoyê red dikin.”

AKnews
Top