PDK û YNK: Em li ser stendina baweriyê ji Malikî rijd in
Polîtburoyên PDK û YNK, îro li ofîsa serokê Herêma Kurdistanê û serokê giştî yê PDK, Mesûd Barzanî ya Selahedînê civiyan.
Piştî civînê, ku bi serokatiya serok Barzanî hat sazkirin, daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re ragihandin. Li gorî daxuyaniyê ku nusxeyek li ber dest heye, her du partiyên desthiltdarê li Kurdistanê, pêbendbûna xwe bi rêkeftina navbera xwe da anîn ziman û diyar kirin, divê hewlên parastina yekrêzî û ewlehiya navbera hemû aliyên siyasî bê dayîn.
Di daxuyaniyê de, behsa aloziya niha ya Iraqê jî hat kirin û hat gotin, bo çareseriya aloziya niha ya Iraqê, her du partî li ser tendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî rijd û hevra ne û dê vê yekê bi şêwazên demokratîk, destûrî û bi awayekî hevbeş bikin û dê berpirstî û erkên serokomarê jî berçav bigirin.
Tê zanîn, piştî ku serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, îmzeyên bo stendina baweriyê ji serokwezîr neşand parlamentoyê û kêm dît, ev helwesta Talebanî ji aliyê hinek endamên rêvebiriya PDK ve bi tundî hatibû rexnekirin.
AKnews
