Nucêfî: Malikî Nikare Min Li Ser Kar Durbixe
Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî di daxuyanîyekê de ragihand, ku Malikî tenê dikare evê mijara han ji parliyamentê re bişîne. Nucêfî got jî: Malikî ew desthilat nîne min li ser kar durbixe.
Nucêfî weha jî da xuyakirin, ku dê wê demê encûmena nûnneran jî li evê yekê binere, ji bo ku bizane ev tişt rast e yan jî na, ji ber evê yekê biryara Malikî bi biryara dawîyê nahê danîn.
