Erdogan: Ji bo Qendîlê pêwîstî bi destûrê nake
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li balefirxaneya Esenboga ya Enqereyê civîneke çapemeniyê lidarxist.
Erdogan bal kişand ser êrişa gêrîlayan a li herêma Oremarê û egera êrişekî li dijî Qendîl û got: “Dema me ji bo vê yekê biryarek girt, ez vê vekirî bêjim; mijarek wisa nîne ku em destûrê werbigrin. Ji ber ev welat endamê NATOyê ye. Di demek ku li dijî welatê me êrişek çêbibe, di demê de emê bersiva pêwîst bidin.”
Hêjayî gotinê ye ku çapemeniya Tirkiyê pêncşema borî îdia kir serfermandarê artêşa Tirkiyê (TSK) orgeneral Necdel Ozel diyar kiriye ku ji bo operasyoneke li dijî Qendîlê pêwîstî bi sê şertan heye. Ozel diyar kir ku ligel biryara dewletê, divê Amerîka jî bê îqnakirin û got: “Divê raya giştî li hemberî windahiyên zêde amade be.”
