• Saturday, 07 February 2026
logo

Kurdên rojavayê Kurdistanê peymana ji hevfêmkirinê îmze kirin

Kurdên rojavayê Kurdistanê peymana ji hevfêmkirinê îmze kirin
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ê û Encûmena Gel li rojavayê Kurdistanê ku li ser PYD ye, bi amadebûna nûnerê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiyan û proje pêşniyarek ji bo hevkarîkirina hev û nehiştina diyardeyên çekdarî li rojavayê Kurdistanê îmze kirin. Bi baweriya çavdêrên siyasî ger proje bibe peyman û bê bicihanîn berê bûyeran li Sûriyê di qezenca kurdan de diguhere.

Li gel derketina xwenîşandanan li Sûriyê, partî û aliyên siyasî yên kurdî li rojavayê Kurdistanê ketin hewldanan de ji bo zêdetir ji hev nêzîk bibin û bereyeke kurdî dirust bikin ji bo li gel bûyerên bilez ên Sûriyê tevbigere. Pêşî 11 partiyên kurdî li ser civata partiyên siyasî yên rojava di çarçoveya ENKSê de li dora hev civiyan. Lê PYDê ku partiyeke nêzîkî PKKê ye, riya xwe ji wan cuda kir û encûmeneke serbixwe bi navê “Encûmena Gel” damezrand. Ev dubendî jî bû sedemê dilgiraniya kurdên rojava û parçeyên din ên Kurdistanê di dema ku rêjîma desthilatdar a Sûriyê ber bi hilweşandinê diçe û egera peydabûna valahiyeke siyasî li wî welatî heye. Herwiha çend bûyerên terorkirina siyasetvanan jî rû dan.

Lê piştî çend gotûbêjan, roja 11.06.2012an serkirdayetiya herdu encûmenan li Hewlêrê bi amadebûna nûnerê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê proje pêşniyarek îmze kirin ku 7 xalan li xwe digire û xala herî girîng dirustkirina komîteyeke bilind a hevahengiyê ye di navbera herdu aliyan de û rawestandina kampanyaya ragihandinê li dijî hev û nehiştina diyardeyên çekdarî li rojavayê Kurdistanê ye.

Endamê serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed (Bavê Sabir) derbarê îmzekirina wê proje pêşniyarê ji Rûdawê re got: “Bicihkirina wê projeyê ji bo yekrêziya kurdan pir girîng e. Piştî çend civînan li hundirê welêt di navbera serkirdayetiya herdu encûmenan de, li Hewlêrê ew proje pêşniyar di navbera desteya serokayetiya Encûmena Gel li rojavayê Kurdistanê li gel desteya pêwendiyên derve ya ENKSê hat îmezkirin.”

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Husên Koçer ragihand ku herdu alî vê proje pêşniyarê didin encûmenên xwe da ku di siberojê de bibe protokol di navbera wan de û bikeve warê bicîkirinê de: “Ji bo nehiştina diyardeyên nerênî li rojavayê Kurdistanê bicihkirina wê projeyê pir girîng e. Ger ev proje bê bicihanîn dikare pêdiviyên civakê di aliyê bergirîkirinê de misoger bike.” Koçer eşkere dike ku bi wan baş bû di şûna wê proje pêşniyarê di cih de lihevkirina li ser wan xalan ragihînin: “Bi me baş bû ew proje peyman bûna, lê biraderên ENKSê pêdagir bûn li ser wê yekê ku tenê proje pêşniyar be û bidin serokayetiya herdu encûmenan.” Nûnerê PYDê got jî ku pêwist bû ew peyman û proje pêşniyar li Qamişlo bihata îmzekirin: “Lê serdana Encûmena Gel li rojavayê Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê li ser daxwaza polîtbuorya YNKê wisa kir herdu encûmen li Hewlêrê bicivin û proje pêşniyarê îmze bikin.”

Herwiha Tahir Sefok ku yek ji lîderên ENKSê ye pêwist dibîne peymana dawî li Qamişlo yan bajarekî din ê rojava bê îmzekirin: “Peymana dawî ger li rojava bê îmzekirin bandoreke zêdetir dike û hêviya milet vedijîne.” Herwiha got ku serkirdeyatiya herdu civatan li rojava çend caran gotûbêj kirine û heta wek peymana dawî jî gotûbêj dikin: “Gihiştin a peymana dawî tiştekî çarenûsî ye, divê astengiyên ku hê mane bên nehiştin, bi riya bawerî bi hev anînê.”

Hemû alî amadebûna nûnerê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê di dema îmzekirina proje pêşniyarê de girîng dibînin. Bi baweriya Bavê Sabir amadebûna wî nûnerî herdu civatan han dide lezê di bicihkirina projeyê de bikin. Bi baweriya Husên Koçer jî hebûna çavdêrekî kurdî di dema îmzekirina piroje pêşniyarê de girîng bû, çiku wek wî got: “Dikare di siberojê de rê li ber xwendinên din ji bo teksta peymanê bigire.”

Nûnerê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî di dema îmzekirina proje pêşniyarê de, hêvî xwest ew proje bê bicihkirin: “Çiku di berjewendiya herdu aliyan de ye.” Derbarê wê yekê ka gelo nedibû ew proje pêşniyar wek peymaneke dawîn bihata îmzekirin? Derbendî got: “Tiştê ku hat îmzekirin çend pêşniyar in ku dibe ku di dahatû de bibe peymaneke berfirehtir û xurtir.”
Top