Erdogan: Sûriya balafira me anî xwar û lêburîn xwest
Li gorî nûçeya malpera al-Arabiya, Erdogan tekîd kir ku hikûmeta Sûriya li hember wê bûyerê daxwaza lêburînê ji Tirkiya kir.
Erdogan aşkere kir ku her du balafirvanên nav wê balafira ku di deriyaya Spî de kete xwarê, sax in.
Ajansa nûçeyan a Sûriya “Sana” ji zarê çavkaniyeke leşkerî belav kir ku duhî saat 11:40 deqe (bi dema Sûriya) hêzên wan balafireke şerî anîne xwar.
Çavkaniyê bal kişand ku piştre diyar bû ku balafir a Tirkiya ye û derbasî asmana Sûriya bû û li gorî yasa reftar digel hate kirin.
AKnews
