• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye xutbte bi Kurdî hatin dayîn

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye xutbte bi Kurdî hatin dayîn
Li gor malpera vanbulten, tevî tedbîr û dorpêçên polîsên Tirk, bi amadebûna bi hezaran welatiyên Kurd, îmamên gotarbêj di nimêja Înê (22.6.2012) li bajarê Amed,Êlih,Sêrt, Ruha, Mêrsîn, Wan, Colemêrg, Bismil, Silopî , Turgutlu , Malazgirt, l Sîlvan, Kiziltepe, Cizîr, Kurtalan û çendîn deverên din gotarên xwe yên olî bi zimanê Kurdî vegotin û pêşkêş amadevanan kirin û daxzwaza bidawîkirina opoerasyonên serbazî û siyasî kirin.

Îmamên gotarbêj ragihandin ku, çespandina aştiyek ya mayînde di berjewendiya teva aliyan de ye, ji ber ku rijandina xwînê ku bi salane tê berdewamkirin dilên dayîkên Tirk û Kurd dişewetîne, ji ber vê çendê pêwîste tevaya partiyên di parlemana Tirkiyê de pirsa Kurd di demek ya herî bi lez de çareser bikin.

Îmamên gotarbêj gotin: Ew kesên ku zimanê Kurdî înkar dikin,xwedê û Quran ya pîroz înkar dikin, lewra pêwîste dawî li şer û înkarkirina mafê Kurdan bê anîn.

Xendan
Top