Amerîka û Birîtanya: "Ji bo Esed lêborîna taybet"
Rojnameya Gardiyan ya Londonî li ser zarê dîplomatên Birîtanî gotiye ku, ger pêwîst bike ji bo ku Esed beşdariyê li kongireya Neteweyên Yekbuyî ya ji bo veguhastina desthilata li Sûriyê tê sazkirin, London wê lêborîna Esed gotûbêj bike.
Li gor raportan Serokê Amerîka Barak Obama û Serokê Hikûmeta Birîtanyayê David Cameron dema hevdîtina digel Serokê Rûsya Vladimir Putin li Meksîkayê ev yek xistine rojevê.
Her weha ev lêborîn taybete ji bo Serokê Sûriyê ji bo ku ji aliyên dadgeha tawanê ya navnetewî bê parastin, ku wê demê Esed dikare bi asayî biçe welatekî din wek Êranê yan jî Rûsyayê.
Xendan
