• Saturday, 07 February 2026
logo

Bangewaziya Artêşa Azad bo miletê kurd li Sûriyê

Bangewaziya Artêşa Azad bo miletê kurd li Sûriyê
Duh serokê Encûmana Leşgeî ya Artêşa Azad ya oposîzyona Sûriyê "Mistefa Elşêx" ji rojnameya Alşarq alewset re gotibû,

ku rêjîma Sûriyê lîska xwe bi miletê kurd re lîst û rêveberiyê herêmên kurdî li Sûriyê spartiye PKK, û herweha PKK fermanên rêjîma Sûriyê bicih dike û li dijî welatê Tirkiyê piştgiriya rêjîma Sûriyê dike.

Li alîkî din Mistefa Elşêx bangewazî li miletê kurd li Sûriyê kiribû ku tevlî Artêşa Sûriyê ya Azad bibin, û miletê kurd jî tev miletê Sûriyê yê din ji bo hilweşandina rêjîma Sûriyê xebata xwe berdewam bikin, ta ku bi hev re welatekî azad û hevpar ava bikin.

Avestakurd
Top