Necdet Ozel: Fatûra ketina Qendîlê girane
Necdet Ozel got: “Hêzên me yên çekdarî xwedî wê hêzê ye ku bi operasyonekê bikeve Qendîlê û bixe bin bandora xwe.”
Serfermandarê giştî yê artêşa Tirk bersiva pirseke rojnamevanan ku “Çima hûn nakevin Qendîlê” da û got : "Ji bo ku em bikevin Qendîlê 3 merc pêwîstin, 1- Divê dewlet vê biryarê bide. 2- Divê Amerîka bê iqna kirin. 3- Divê em ziyanên mezin bidin ber çavê xwe û ji bo vê jî divê raya giştî ya Tirkiyê bê amade kirin."
PKK`ê ragehand ku Gerîlayan wan karine 109 serbazên Tirkiyê bikujin û 100 serbazan jî birîndar bikin û diyar kir ku di wî şerî 15 gerîlayên wan jî jiyana xwe ji dest dane.
Her weha PKK`ê ragehandiye ku wan 4 helîkopterên Tirkiyê cura Sikorskî bixin û 6 helîkopterên din jî bi cura Kobra bê bandor bikin.
Lê belê li gor amarên Tirkiyê 8 serbaz hatine kuştin û 16 serbaz jî birîndarbûne û li beramberî wê jî 10 Gerîlayên PKK`ê jî jiyana xwe ji dest dane.
Xendan
