• Saturday, 07 February 2026
logo

Eswaq Caf: Emê Malikî Zîndanî Bikin

Eswaq Caf: Emê Malikî Zîndanî Bikin
Weke tê zanîn beriya niha du Parlementerên ser bi lîsteya dewleta qanûnê û lîsteya Îraqiye îdîa kiribûn ku, Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî di çar salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de 17 miliyar û di sala 2011an de jî 7 miliyar dolarên Îraqê serif kiriye û ev pereyên han ti car jî di nava bûdceyê de behsa wan nehatiye kirin.

Di vê derbarê de jî Parlementera Parlementoya Îraqê yê ser bi hevpeymaniya KUrdistanî Xatû Eswaq Caf ragihand ku, her çend nakokiyên siyasî bûne sedema lawaz bûna rola Parlementeran lê eger komîteya darayî ya Parlementoya Îraqê bikarêbe ev îdîayên han îsbat bike vê emê Serokwezîrê Îraqê bi tawana bikaranîna mal û samanên giştî bo berejwendiyên taybetî zîndanî bikin.

kurdistantv
Top