TRT6 dest bi weşana soranî kir
Televîzyona fermî ya dewleta Tirkiyê, îro cara yekê dest bi weşana soranî kir. Weşan, li TRT6 de û bi şiklê nûçe li saet 16:00 dest pê kir. Nûçeyên soranî dê 45 deqe bidome.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr û cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, Bulten Arinç jî li paytext Enqereyê, bi zindî beşdarî bernameyê bûn û pîrozbahiya vê yekê kirin.
Barzanî, di bersiva vê pirsê de ku “weşana bernameya soranî li TRT6 dê çi karîgeriyekê li ser têkiliyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê bike”, got, weşana soranî li TRT6 gaveke girîng e û bêguman dê karîgeriyek baş li ser têkiliyên her du aliyan bike.
Serok Barzanî, wiha axivî, “Pexşa soranî li TRT6 dê sûdeke mezin bo gelê Herêma Kurdistanê hebe ji ber ku piraniya xelkê herêmê bi zaraveyê kurmanciya jorîn qise dikin û dê ji bûyerên li Tirkiyê rû dide agahdar bibin.”
Arinç, jî kêfxweşiya xwe bo weşana soranî li TRT6 nîşan da û got, ev gav dê karîgeriyek baş li ser têkiliyên her du aliyan bike.
Barzanî, di beşek din a axaftinê xwe de amaje bi şer û pevçûnên li Tirkiyê kir û got, divê ev şer bê sekinandin û arîşe bi diyalog û şêwazên aştiyane bê çareserkirin.
Televîzyona kurdî ya TRT6, 2009 hatiye vekirin û heta niha tenê bi zazakî û kurmancî weşana xwe dikir.
AKnews
