• Saturday, 07 February 2026
logo

Angelina Jolie 100 hezar dolar da penaberên Sûriya

Angelina Jolie 100 hezar dolar da penaberên Sûriya
Lîstikvana navdar a cîhanê Angelina Jolie 100 hezar dolarê amerîkî da UNHCR ji bo alîkarîkirina penbaerên Sûriya.

UNHCR di daxuaniyekê de ragihand ku Jolie ku nûnera taybet a UNHCR e, bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan 100 hezar dolar pêşkêşî penaberên Sûriya kir.

Jolie di peyamekê de bi vê boneyê bal kişand ku di sala 2011an de, 4.3 milyon kes ji xaka xwe hatine dûrxistin, hîn jî 2.7 milyon penaberên efxanî hene û 12 milyon kes jî bê welat in.

Jolie got jî, “Ev sala 5em e li pey hev, hejmara penaberan li Cîhanê zêde dibe û gihiştiye bêtirî 42 milyon penaberî.”

Jolie daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bêtir girîngiyê bide çareserkirina milmilaneyan.

AKnews
Top