• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokatiya Kurdistan: Tu rêkeftinek veşartî digel parêzgarê Mûsilê nîne

Serokatiya Kurdistan: Tu rêkeftinek veşartî digel parêzgarê Mûsilê nîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê, ragihand, tu rêkeftinên veşartî yên hikûmetê bi parêzgarê Mûsilê, Esîl Nucêfî li bara derxistina petrolê tune.

Berdevekê serokatiya Herêma Kurdistanê, Omdê Sebah, di daxuyaniyekê de, ku di malpera saziyê de hat weşandin, bersiva daxuyanî û îdiayên şêwirmendê serokwezîrê Iraqê, Elî Mûsewî da.

Sebah, got, tu rêkeftineke veşartî navbera herêm û parêzgarê Mûsilê de tune û wiha doman:

“Diviya serokwezîrê Iraqê, xelkê Iraqê bo çareseriya arîşeyan gij kiriba ne ku hewla gurkirina agirê nakokî û aloziya rewşê bida. Helbet em ji van tiştan agahdar in.”

Berdevkê serokatiya herêmê, hikûmeta Iraqê bi wê sûcdar kir ku girêdayî destûrê nîne û got, em hemû arîşeyên xwe bi rêya destûrî çareser dikin.

Şêwirmendê ragihandinê yê serokwezîrê Iraqê, Elî Mûsewî, duh îdia kiribû, serokwezîrê Iraqê, rêkeftina Herêma Kurdistanê digel şîrketa Amerîkî ya EXXON MOBIL, wek xeterekî li ser yekparçebûna welêt dibîne.

AKnews
Top