Serokê kurdistanê daxwaza bilez çarekirina kêmasiyên budcê û pesendkirna wê dike
Eva lixwarê jî têkista nivêsîna li ser peyça barzaniye:
Min ji bo Serokê Parlemen li ser meseleya budçeya Herêmê name nivîsandiye û min daxwaz kiriye ku li gel hemû aliyan bi têrûtije guftûgo li ser budçeyê bikin û hewl bidin bi zutirîn dem kelên û kêmasiyan nehêlin û budçeyekî şefaf û tevahî amade bikin. Eger hewlên wiha jî hebê ku tenê mebesta wan ragirtina budçeyê bê neku çareserkirina kêmasiyan ji bo berjewendiya hemû aliyan jî ziyan bexş dibê û nabê rê bidin wê tiştê. Hêvîdarim hemû aliyek bigihin peymanek û êdî xelkê li bendê de nehêlin.
