• Saturday, 07 February 2026
logo

Rusya du Gemîyên Pêşkevtîyên Şer Dişîne Sûrîyeyê

Rusya du Gemîyên Pêşkevtîyên Şer Dişîne Sûrîyeyê
Jêderên ragihandinîyên Rusyayî ragihandine, ku hukûmeta Moskov´ê du gemîyên cengî amade kiriye û dê bo çavdêrîya rewşa Sûrîyeyê û parastina berjewednîyên xwe li deverê û parastina ewlehîya binkeya leşekerîya deryayîya xwe li Bendera Tertûs a Sûrîyeyê ewan gemîyan bişîne Sûrîyeyê.


Li gor nûçeyeka BBC, jêderên ragihandinîyên Rusyayî belav kirine, ku du gemîyên cengîyên pêşkevtî yên Rusyayî hatine amadekirin da ku di demeke nêzîk û guncayî de ber bi binkeya hêza deryayîya Rusya ya li bendera Tertûs a Sûrîyeyê ve biçin.

Li gor nûçeya BBC, jêderên ragihandinîyên Rusî dane xuyakirin, ku çûna ewan her du gemîyênpêşkevtî û erkên wan bo parastina welatîyên Rusî yên li Sûrîyeyê û parastina berjewendîyên wî welatî li deverê ye. Herwisa çûna ewan gemîyan bo ewê çendê ye ku heger pêywsît be kereste û amûrên nav binekya deryayîya Rusya li Tertûsê veguhazin.

Fermandeyekî Rusî jî di evê bareyê de gotiye, ku hêza deryayîya Rusya di rewşên ne asayî de welatîyên xwe bi tenê bicih nahêle û dê ji ewan deveran derbas bike ku şer û pevçûn tê de hene.

Ajansa nûçeya Frans Press jî ragihandiye, ku ew her du gemîyên Rusî li gor teknolojîya nû pêşkevtî ne û dikarin di nav derya de û li ser zewî operasiyonên serbazî encam bidin.
Top