BDP ji Tirkiye û PKKê dixwaze şer rabigirin
Hevserokê BDPê Selahattîn Demirtaş li Tirkiyê ji di civîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de duhî xwest ku her alî dawî li çalakiyên çekdarî bihînin.
Di çalakiyeke gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ser bi ser PKK v e, li dijî artêşa Tirk li herêma Oremar a navçeya Gevera Colemêrgê, 8 leşkerên artêşa Tirk canê xwe ji dest dan û 16 jî birîndar bûn, li gor çavkaniyên bi ser PKKê ve.
Selahattîn Demirtaş ji PKKê xwest çalakiyên xwe rabigire, herwiha ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku hemû operasyonên leşkerî bi dawî bihîne.
AKnews
