• Saturday, 07 February 2026
logo

BDP ji Tirkiye û PKKê dixwaze şer rabigirin

BDP ji Tirkiye û PKKê dixwaze şer rabigirin
Piştî şerê duhî li Colemêrgê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Dewleta Tirk de ku bi dehan kes bûne qurbanî, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji her du aliyan xwest şer rabigirin.

Hevserokê BDPê Selahattîn Demirtaş li Tirkiyê ji di civîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de duhî xwest ku her alî dawî li çalakiyên çekdarî bihînin.

Di çalakiyeke gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ser bi ser PKK v e, li dijî artêşa Tirk li herêma Oremar a navçeya Gevera Colemêrgê, 8 leşkerên artêşa Tirk canê xwe ji dest dan û 16 jî birîndar bûn, li gor çavkaniyên bi ser PKKê ve.

Selahattîn Demirtaş ji PKKê xwest çalakiyên xwe rabigire, herwiha ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku hemû operasyonên leşkerî bi dawî bihîne.

AKnews
Top