Balefirên Tirkiyeyê Devera Nêrwe Û Rêkan Bordiman Kirin
Li gorî zaniyariyan di bordimana evro de ku, bi qasî 45 deqîqeyan dom kiriye de zêdetir ji 7 Deverên curbicur bûne armanc û di encama bordimana han de agireke mezin bi lewerge, pawen, bistan û rezên Şîniyên Deverê ketiye.
Hevdem Şîniyên Deverê jî li hember ev bordimana han bi fikarin û neçar mane jiber parastina canê xwe warên xwe bicîhbihêlin.
Hêjayê gotinêye ku, tundûtîjî di navbera PKK û Tirkiyeyê de dubare destpê kiriye û duhê şev jî çekdarên PKKê êrîş kirine ser çend Qereqûlên Artêşa Tirkiyeyê û zêdetir ji 30 leşkerên Tirk û koştine û hijmareke din jî birîndar kirine.
Kurdistantv
