• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê şer û pêkdadanên li devera Çolemêrgê şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê şer û pêkdadanên li devera Çolemêrgê şermezar kir
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya wê şer û pêkdadanan bihîst ku berî sibehiya roja sêşem 19/06/2012 li devera Çolemêrgê rû da û wekî ku li dezgehên ragihandinan da hatiye belavkirin li encamê de hejmarek serbazên Tirkiye hatine kuştin û birîndarkirin.

Em gelek bi tundî dirêjepêdana van şer û kuştinan şermezar dikîn û helwesta xwe ya neguher û ya kevin de dûpat dikîn û radigihînîn ku tundutîjî û kirdarên çekdarî ziyanê bi hemû aliyek digihîne û dibê sedema ji holêrakirina her hewlekî aştî ya çareserkirina kêşeyan.

Li dawiyê de pirsê serxweşiya xwe pêşkêşî kesukarê qurbaniyan dikîn û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê

19/06/2012
Top