• Saturday, 07 February 2026
logo

Şerê PKK û Artşa Turkiyeyê Berdewame, 30 Serbazên Turk Hatine Kujtin

Şerê PKK û Artşa Turkiyeyê Berdewame, 30 Serbazên Turk Hatine Kujtin
Duh di navbera hêzên artêşa Turkiyeyê û çekdarên Partîya Karkirên Kurdistanê de li çend deverên parêzghea Çolemêrgê şer û pevçûn derkevt. Li gor zanyarîyan di evan pevçûnan de gelek serbazên turk û çekdarên PKK jîyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.


Li gor nûçeyeka ajansa nûçeya Anadol a Turkiyeyî, gerîlayên PKK li parêzgeha Çolemêrgê êrişî ser çend binkeyên leşkerîyên artêşa Turkiyeyê û baregehên hukûmî kirine û di encam de şereke giran di navbera her du alîyan de dirust bûye. Li gor nûçeya Anadolê di encama şerê navbera her du alîyan de, 8 serbazên turk hatine kujtin û 16 serbazên din jî birîndar bûne û şer jî berdewam dike.

Her di evê bareyê de jêderên nêzîkî PKK zanyarîyên cîyawaz ji zanyarîyên hukûmeta Turkiyeyê belav dikin. Ajansa nûçeya Firat a nêzîkî PKK ji zarê berpirsên herêmî û jêderên Hêza Parastina Gel (HPG) balê çekdarîya PKK ve ragihandiye, ku gerîlayên PKK ji sê alîyan ve li dijî yekîneyên artêşa Turkiyeyê ve li herêma Oremar a ser bi devera Gever a li parêzgeha Çolemêrgê çalakî pêk anîne û zirarek mezin gihandine hêzên artêşa Turkiyeyê.

Li gor zanyarîyên Firatê, jêderên herêmî dane xuyakirin ku di encama şerê navbera çekdarên PKK û artêşa Turkiyeyê de tenê li devera Şitazen 30 serbazên turk hatine kujtin.

Li gor zanyarîyên Firatê jêderekî herêmî ji kanala televiziyonîya Nûçe Tv re ragihandiye, ku tenê li devera Şitazen ku yek ji evan cihan bûye ku gerîlayên PKK çalakî tê de encam dane, 30 serbazên turk hatine kujtin û hejmareke zêde jî birîndar bûne.

Firatê herwisa ragihandiye, ku piştî bûyerê, serok erkanê artêşa Turkiyeyê Necdet Ozel li gel fermandarê giştîyê hêza bejayî (hişkanî) û fermandarê giştîyê Jandirmerîya turk û çend jeneral û fermandarên dinên artêşa turk ber bi parêzgeha Çolemêrgê ve çûne.

Jêderên nûçeyan weha jî dane xuyakirin, ku serok erkanê artêşa Turkiyeyê Necdet Ozel ji amadebûn di manovra serbazî de ya bi navê (Heloyên Anadolê) poşman bûye û ber bi Çolemêrgê ve bi rê kevtiye.


Ji alîyekî din ve Bulent Arinc cihgirê serok wezîrê Turkiyeyê di bareya bûyera îro de bêjedan da û got:´´ hejmara wan zêde bûye û hemû jî çekdar bûne.´´

Bulent Arinc ji dezgehên ragihandinê yên turk re ragihand, ku bûyer di navbera demjimar 03:00 û 04:00 ê şeva bihorî li herêma operasiyonê çê bûye û da xuyakirin, ku ew çavdêrîya bûyerê û deverê dikin.

Arinc herwisa ragihand, ku dê di demek zû de kombûneke berfireh bi beşdarîya Receb Teyib Erdogan serok wezîrê Turkiyeyê, wezîrê navxweyîyê wî weltî, serok erkanê artêşê û wezîrê bergirîyê bihê sazkirin.´´ Arinc herwisa got:´´ em dixwazin bûyerên nav zîndanan û evan êrişên îro bi başî şirove bikin.´´
Top