• Saturday, 07 February 2026
logo

Dilşad: Nêçîrvan Barzanî tewsîye kiriye giringî bi wîlayeta Duhokê bê dayîn

Dilşad: Nêçîrvan Barzanî tewsîye kiriye giringî bi wîlayeta Duhokê bê dayîn
Wezîrê şaredarî û tûrîzmê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî, serdana bajarê Duhokê kir û di daxuyaniyekê de got ku, ew destvala nehatine Duhokê, ”lê serokê hikûmetê desthilat jê re dane ku giringiyê bi wîlayeta Duhkê bidin.”

Dilşad Şehab wezîrê şaredarî û tûrîzmê piştî civîna digel waliyê Duhokê û fermangehên ser bi wezaretê ve, di preskonfransekê da got:
- Serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî desthelat daye me ku, em giringiyê bi wîlayeta Duhokê bidin û kêmasiyên deverê û xelkê wê çareser bikin. Ji bo bicihînana şîretên serokwezîrê jî, em dê digel rêveberiyên ser wezareta me ve bicivin û pêdiviyên wîlayeta Duhokê yên fer berşav bikin û dê ji derveyî budca 2012ê û ya geşepêdana wîlayetan wan pêdawîstîyan bicihînîn.

- Min divêt bêjim ku, em bi destên vala nehatine Duhokê. Me desthelat, îmkan û razîbûn ji serokê hikumetê birêz Nêçîrvan Barzanî wergirtiye ku, em giringiyê bi wîlayeta Duhokê bidin. Ev yek jî mafê xelkê deverê ye û em di wê baweriyê de nek u, em dê xizmetên hêja pêşkeşî vê wîlayetê binkin û ev jî ji wezîfeya hikûmetê ye.

Waliyê Duhokê Temer Remezan kêfxweşiya xwe li hember serdan awezîrê şaredarî û tûrîzmê bo Duhokê diyar kir û tekîd kir ku, ev seredan dibine hokarê wê yekê ku, kar û piroje baştir û bi sanahîtir bihêne encamdan û wî xwast ku, hevkarî û hevahengiyeke pêtir di navbera fermangehên wezaretê yên ser bi wîlayeta Duhokê û yên wezaretê li Hewlêrê hebe daku, baştir xizmet bihête pêşkêşkirin.

Di vê serdana xw eya bo Duhokê de, wezîrê şaredarî û tûrîzmê yê hikûmeta herêma Kurdistanê serdan agelek projeyên xizmetgozarî da û kevirê bingehîn ji bo avakirina kargehek qêrî, çêkirina rêyeke (cade) 100 metrî, rêyeke 30 metrî û çêkirina rê û kolanên nav bajarê Duhikê dana.
Top