“Kompaniyên mezin ên petrolê dê bêne Herêma Kurdistanê”
Aştî Hewramî di kongreke taybet bi enerjiyê de li Londonê bal kişand ku bazara Kurdistanê gelek pêşketiye û gelek kompaniyên mezin ên dinyayê çavê wan li girêbestên hevpar ên berhemhênana petrolê ye li herêmê.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Hewramî got, “Di çend mehên bê de dê 2 yan 3 kompaniyên mezin ên petrolê bêne Herêma Kurdistanê, di van nêzîkan de jî dê henardina petrola herêmê bo derve car din dest pê bike.”
Hewramî got jî, “Em pêşbînî dikin îsal yedekê bêtir ê petrolê li herêmê bê dîtin û ev yek rê li pêşiya me xweş dike daku armanca me di berhemhênana 2 milyon bermîl di rojê de heta sala 2019an bi dest were.”
AKnews
