Elî Sindî: Herêma Kurdistanê Her Sal Pêwîstî Bi 15 Hezar Yekeyên Akincîbûnê Heye
Wezîrê plandanana hukûmeta herêma Kurdistanê Elî Sindî di rûniştina evroj a parliyamentê de ragihand, ku li sala 2008 ê herêma Kurdistanê pêwîstî bi 120 hezar yekeyên akincîbûnê hebû, belê niha 170 hezar yekeyên akincîbûnê li seranserî herêma Kurdistanê hatine dirustkirin.
Elî Sindî weha jî da zanîn, ku heger her sal rêjeya rûniştvanan ji sedî 3 zêde bike, dê herêma Kurdistanê pêwîstî bi 15 hezar yekeyên akincîbûnê hebe.
Elî Sindî weha jî da xuyakirin, ku heta niha 1 tirîliyon dînar ji bo pêşîneya xanîyan hatiye mezaxtin.
PNA
