• Saturday, 07 February 2026
logo

Şêwirmendekê Malikî: Girêbestên kompaniya Êkson Mobayl (Exon Mobil) bi Herêma Kurdistanê re dibe sedema şer û perçebûna Îraqê

Şêwirmendekê Malikî: Girêbestên kompaniya Êkson Mobayl (Exon Mobil) bi Herêma Kurdistanê re dibe sedema şer û perçebûna Îraqê
Şêwirmendê ragehandinî yê Nûrî Malikî hişyarî da ku, girêbestên kompaniya Êkson Mobayl (Exon Mobil)ê ya Emerîkî bi Herêma Kurdistanê re metrsiyeke mezine û Malikî tekez dike ku girêbeste wê bibe sedema şer û perçebûna Îraqê.

Elî Musewî Şêwirmendê ragehandinî yê Nûrî Malikî di daxuyaniyekê de ji ajansa Frans Pres re got: Malikî ji bo parastina samana niştimanî û zelaliyê pêwîstiya wî bi agahdarbûnê heye derbarê weberhênana samanê Îraqiyan bi taybetî jî di warê neftê de.

Kompaniya Êkson Mobayl (Exon Mobil) rêkeftî 18/11/2011ê de girêbesteke derbarê weberhênana neftê, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re girêdabû.
Top