Şêwirmendekê Malikî: Girêbestên kompaniya Êkson Mobayl (Exon Mobil) bi Herêma Kurdistanê re dibe sedema şer û perçebûna Îraqê
Elî Musewî Şêwirmendê ragehandinî yê Nûrî Malikî di daxuyaniyekê de ji ajansa Frans Pres re got: Malikî ji bo parastina samana niştimanî û zelaliyê pêwîstiya wî bi agahdarbûnê heye derbarê weberhênana samanê Îraqiyan bi taybetî jî di warê neftê de.
Kompaniya Êkson Mobayl (Exon Mobil) rêkeftî 18/11/2011ê de girêbesteke derbarê weberhênana neftê, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re girêdabû.
