• Saturday, 07 February 2026
logo

Sedir: Nabe Malikî Dubare Xwe Berbijar Bike

Sedir: Nabe Malikî Dubare Xwe Berbijar Bike
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku, piştî wergirtina baweriyê ji Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî, nabe nav hatî careke din xwe bo postê Serokwezîriya Îraqê berbijar bike.

Çavkanî herwiha eşkere kir ku, nabe li Îraqê de dîmokratiyet bibe sedema pêşketina Dîktatoriyetê di paşerojê de.

Muqteda Sedir ev yek jî diyar kiriye ku, ev du care Malikî bûye Serokwezîrê Îraqê û xizmeta Gelên Îraqê kiriye lê ji niha û pêde em naxwazin nav hatî careke din xwe bo posta han berbijar bike.

Kurdistantv
Top