Erebên Mûsilê Piştgîriya Helwestên Serok Barzanî Dikin
Di destpêka hevdîtinê de Fermandarê hêzên Zirêvanî bigermî bixêrhatina heyeta mêwan kir û heyeta mêwan jî spasiya Fermandarê hêzên Zirêvanî kir.
Pişt re li ser navê heyeta mêwan Şêx Ezîz Sencar Elcebûrî ragihand ku, ew weke Serok Eşîrên Başûrê Mûsilê bi her awayî piştgîriya helwestên Serok Barzanî dikin.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiyên xwe jî pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê zêdetir ji Hikûmeta Bexdayê xizmeta me kiriye.
Kurdistantv
