• Saturday, 07 February 2026
logo

Çavdêran ekerê xwe rawestandin û 77 kes hatine kuştin

Çavdêran ekerê xwe rawestandin û 77 kes hatine kuştin
Şanda çavdêrên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriya erkê xwe rawestandin, hevdem duhî 77 kes li çend navçeyên Sûriya bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, serokê şanda çavdêran Robert Mood di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber zêdebûna tundiya li Sûriya wan biryar da erkê xwe rawestînin.

Mood got jî, “Xwesteka çareseriya aştiyane li ba hikûmet û opozisyona Sûriya tune ye û tundiya ji her du aliyan ve zêde bûye.”

Ji bal xwe ve, Komîteyên Hevahengiya Navxwe li Sûriya ragihand ku duhî 77 kes li çend navçeyên welat hatine kuştin û piraniya wan li navçeyên derdora Şamê û li Himsê bûn.

Çalakvanan aşkere kirin ku 20 kes li navçeya Seqba nêzîk Şamê hatine kuştin, ji ji wan bi guleyan hatine îdamkirin û hin jî hatine gurandin.

AKnews
Top