• Saturday, 07 February 2026
logo

Erdogan amadeye ligel Leyla Zana bicive

Erdogan amadeye ligel Leyla Zana bicive
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbarê gotinên parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ya wekî ‘Ez bihêvime, Erdogan dikare vê pirsê çareser bike û dikarim ligel Erdogan bicivim ’ diyar kir ku ger ji bo hevdîtinê randevû were girtin, ez ji hevdîtinê narevim.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berî geşta bo çûna Meksîka, li firokexaneya navneteweyî ya Esenboga daxuyaniyek da çapemeniyê. Erdogan derbarê gotinên parlamentera kurd Leyla Zana de axivî û got: “Zana daxwaza guftûgoyan ji min nekiriye. Lê ger wekî parlamenterekî daxwazekî bi vî awayî bike, ez jê narevim. Ez vekirî dibêjim, hêvîdarim ku gotinên Zana encama ezmûnên wê yên dûr û dirêj ên di nava siyasetê de bin.”

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku em hêvîdarin BDP çek ji bîr bike û di bin banê parlamentoyê de milmilanêya xwe ya siyasî berdewam bikin. Erdogan got: “Gotinên ku ew li pişt berdê ligel hevalên me dikin, di rûniştinên parlamentoyê de xwe didizin û zimanê xwe venakin. Ger biçûkkirin nebe, tabloya nava parlamentoyê ne wekî tabloya li pişt perdeyê ye. Li wê derê xêrhatina hev dikin. Lê dema tên nava parlamentoyê, cîhanekî cûdatir heye. Em ji têgihiştina vê yekê zehmetiyan dikêşin. Tevî vane hemûyan jî diyar dibe ku ger alî rast bin, wê ew kar bê çareserkirin.”

Rudaw
Top