• Saturday, 07 February 2026
logo

Sedir: Îmzayên pêdivî hene ji bo vekişandina baweriyê

Sedir: Îmzayên pêdivî hene ji bo vekişandina baweriyê
Baska Sedir aşkere kir ku hejmara yasayî ya îmzayên parlamenteran hatine komkirin ji bo vekişandina baweriyê ji Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û daxwaz ji Serokomar kir ku îmzayan bişîne parlamentoyê û nekeve bin guvaşan.

Muşriq Nacî di daxuyaniyekê de ragihand ku hin parlamenterên Lîsteya Iraqiye ku berê îmza nekiribûn niha amade ne îmza bikin, lê ji ber nekevine bin tirsê ji bal hin aliyên siyasî, navê wan nehatiye aşkerekirin.

Nacî got, “Serokomar Celal Talebanî rûbirûyê gelek guvşaan dibe, lewra em daxwaz jê dikin ku nekeve bin guvaşan û divê ji gelê Iraqê re xuya bike ku ew wek parêzerê destûr ketiye bin guvaşan.”

Nacî axaftina xwe wiha domand, “Talebanî ji beşdarên civîna Hewlêrê ya nîsana borî re soza dabû ku eger hejmara yasayî ya îmzayan ji bo vekişandina baweriyê temam bibe ew ê îmzayan bişîne parlamento, niha jî ew rêje temam bûye û em daxwaz jê dikin îmzayan bişîne.”

AKnews
Top