Demîrtaş: Bila ji meclîsê heyetek biçe Îmraliyê
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li girtîgeha Taxa Eyyubiyeyê di demjimêrên şevê de şewat derket. Agirê ku tê îdîa kirin piştî serhildana çend koxişan derketiye, li gorî çavkaniyên Tirkan, herî kêm 13 mehkum mirine.
Waliyê Rihayê Celaletîn Guvenç eşkera kir ku, bûyer di encama pevçûna navbera girtiyên nav girtiyên edlî de derketiye. Û 13 girtî yan jî mehkûman jiyana xwe ji dest dane.
Di derbarê mijarê de Midurê Polîsan Mehmet Lîkoglû ragihand ku, “Serhildana li girtîgehê ne girtiyên siyasî, di koxişa girtiyên edlî û hikumxwariyan de derketiye û niha di bin kontrolê de ye. Di bûyeran de kesên jiyana xwe ji dest dane hene, ez di derbarê hêjmarê de tiştek nabêjim. Daxuyaniya pêwîst dê Walî bixwe bike.”
Lê belê Ajansa Nûçeyan ya Îhlasê îdîa kir ku, serhildan li koxişa Îbrahîm Ayhan derketiye.
Parlementera BDP’ê Pervîn Bûldan jî bi telefonê tevlî Nûçe TV’yê bû û ragihand ku, bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêkanîne û 13 mehkuman mirine, 30 kes jî birîndar bûne.
Bûldan got, Wezîr di derbarê kesên serhildan kirîn, edlîne yan siyasîne agahiyek zelal neda.
Piştî ku xizmên girtiyan agahiya bûyerê standin, qasî 500 kesan li ber derê girtîgehê kombûn û di navbera xizmên girtî û polîsan de rageşî derket.
Îbrahîm Ayhan: Girtiyên hatin qetilkirn şertên girtîgehê şermezar kirin
Parêzerên Parlamenterê BDP'ê Îbrahîm Ayhan li girtîgehê bi miwekîlê xwe Ayhan re hevdîtin pêk anîn. Parêzerê Ayhan Bekîr Benek, têkildarî hevdîtinê de axivî û wiha got: "Birêz Ayhan ji me re got girtiyên li koguşa C-15'an de diman şertên girtîgehê şermezar kirin. Wan bi xwe jî gelek caran serî li Wezareta Dadê dan, lê lêkildarî binpêkirinê mafên mirovan de tu baş bûn pêk nehatin. Birêz Ayhan da zanîn ku berpirsiyarê komkujiyê Rêveberiya Girtîgehê û Wezareta Dadê ne."
Li Girtîgeha Rihayê ji doza KCK’ê gelek girtî hene. Di nava van de Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî cih digire.
Girtîgeha Rihayê ya bikapasiyeta 400 kesî, tam 1000 girtî û hikumxwarî lê tên girtin. Rêxistên mafê mirovan gelek caran anîbû ziman ku Girtîgeha Rihayê ji kapasîteya xwe zêdetir girtiyan digire.
