• Saturday, 07 February 2026
logo

Neyarên Malikî ji bo gotûbêjkirina lêpirsînê dicivin

Neyarên Malikî ji bo gotûbêjkirina lêpirsînê dicivin
Parlamenterekî Lîsteya Iraqiye ragihand ku biryar e, îro komîteyên berirsyar ji lêpirsîna Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi beşdariya nûnerên Hevpeymaniya Kurdistanê (HK), Iraqiye û Baska Sedir bicivin.

Telal Hisên Zewbaî ji AKnewsê re daxuyand ku her sê aliyên siyasî rijdin li ser vekişandina baweriyê ji Malikî û karên wan di vê çarçoveyê de berdewam in.

Zewbaî aşkere kir ku îro kmîteyên hevpar ên navbera HKê, Sedir û Iraqiye bi mebesta diyarkirina mîkanîzma yasayî û destûrî ya taybet bi lêpirsîna Malikî dê bicivin.

HKê, Sedir û Iraqiye 3 komîte (hikûmî, parlamento û yasayî) ava kirine ji bo daiyrkirina mîkanîzma lêpirsîna Malikî li nav Parlamentoya Iraqê.

AKnews
Top