• Saturday, 07 February 2026
logo

Amerîka li dijî Malikî piştgiriya Barzanî dike

Amerîka li dijî Malikî piştgiriya Barzanî dike
Rojnameyeke Kûwêtî eşkere kir ku Amerîka gihiştiye wê baweriyê ku divê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bê guhertin.

Rojnameya siyasî ya Kûwêtî belav kir ku cîgirê serokê Amerîka Joe Baden gihiştiye wê baweriyê ku dive Malikî ji postê serokwezîrtiyê bê rakirin. Sedema wê yekê jî piştgirîkirina rejîma Sûriyê û çûna pişt Îranê.

Rojnameya navbirî bal kişand ser wê yekê mu Baden ji çend serkirdeyên Iraqî re ragihandiye ku wê serdana Hewlêrê bike û piştre jî wê biçe Bexdayê. Ji ber ku Nûrî Malikî di vê demê de serdana wî red kiriye.

Herwiha sedema wê serdanê ya ji bo Hewlêr ji ber piştgirîkirina helwesta serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo standina baweriya ji Malikî berdewam e.

Heman rojname behsa wê yekê jî kiriye ku Nûrî Malikî di rêkxistina hevdîtina berpirsên Îranî û Amerîkî ya di çarçoveya beşdarîkirina di civîna grûba pênc alî ya taybet bi dosyeya atomiya Îranê şikestiye, ji bo nêzîkbûna di navbera wan de dirûst bibe û di mana wî ya di postê de piştgiriyê bikin.

Rojnameya navbirî eşkere kir ku Baden yek ji wan berpirsên Amerîkî bû ji bo rêxistina wê hevdîtinê kar kiriye û di wê derbarê de jî Nûrî Malikî dilgiran bûye.

Rudaw
Top