Misrî dê Serokê xwe yê nû hilbijêrin
Di hilbijartinê de, Mihemed Musrî berbijarê Îxwan Muslimîn û Ehmed Şefîq serokwezîrê dawî di dema desthilatdariya Husnî Mubarek de rikarberiyê li ser yekemîn posta serokatiyê bikin piştî serkeftina şoreşa 25ê rêbendanê ya gelê Misrê.
Biryar e, komîteya hilbijartinên serokatiyê di 21ê vê mehê de encamên fermî yên hilbijartinan di kongreke rojnamegeriyê de aşkere bike.
Şefîq û Musrî di gera yekemîn a hiilbijartinan de ku 13 berbijar rikarberî dikirin, rêjeya herî zêde ya dengan bidestxistibûn, lê kesî ji wan nikarî rêjeya pêdivî ji bo wergirtina posta serokatiyê bi dest bixin.
Hejmara dengderên Misrê bêtirî 50 milyon dengderî ye û dê di 9 hezar û 339 navendên dengdanê de dengê xwe bidin.
AKnews
