• Friday, 06 February 2026
logo

Malikî û Sedir digel hev axivîn

Malikî û Sedir digel hev axivîn
Berpirsekî ofîsa Baska Sedir aşkere kir ku Serokê Baskê Muqteda Sedir û Serokwezîr Nûrî Malikî bi rêya telefonê re kirîza siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtina wan di adara borî de li Îranê, ev yekemîn car e Sedir û Malikî bi hev re dipeyvin.

Ew berpirsê di Ofîsa Baska Sedir de ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re daxuyabd ku Malikî pêncşemê telefona Sedir kir û behsa kirîza niha ya Iraqê kirin.

Berpirsê han got jî, “Wan kirîza niha gotûbêj kir, lê ez bawerim Malikî ji ya xwe nayê xwar. Tiştê girîng di pêwendiyê de ew e ku rê ji bo pêkanîna hevdîtinekê navbera Sedir û Malikî xweş bike.”

AKnewsê nikarî telefona ofîsa ragihandina Serokwezîr Nûrî Malikî bike û şêwirmendê wî yê mezin Elî Mûsewî jî got ew ti daxuyaniyê di vê derbarê de nade.

AKnews
Top