• Saturday, 07 February 2026
logo

Nucêfî hevdîtina digel Malikî red kir

Nucêfî hevdîtina digel Malikî red kir
Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî aşkere kir ku Nucêfî daxwazeke Amerîka ji bo pêkanîna hevdîtinekê digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî red kir.

Ofîsa Nucêfî ji AKnewsê re daxuyand ku Şêwirmendê Cîgirê Serokê Amerîka bo karûbarên ewlekariya neteweyî Tony Blinken daxwaz ji Nucêfî kir ku digel Malikî bicive yan jî telefona wî bike, lê Nucêfî ev yek red kir.

Çavkaniyê bal kişand ku sedema redkirina wê daxwazê ew e ku rewşa siyasî neguncayî ye û divê şêwiriyê digel hevparên xwe di Hevpeymaniya Kurdistanê û Baska Sedir de bike.

Ofîsê ew nûçe jî derewandin ku dibêjin qaşo Nucêfî daxwaza dîtina Malikî kiriye.

AKnews
Top