Li Şirnex bi du erdhejan hejiya
Li gorî pîvana Rasatxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogazîci û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê li gundê îkîzce yê Şirnexê serê sibê saet di 08:50:04'an de erdheja kurahiya wê 7.2 kilometre û hêza wê 4.0 pêl pêk hat. Li gorî heman pîvanê li navçeya Sîlopiya Şirnexê jî saet 08:52:53an kurahiya wê 5.4 û hêza wê 5.5 pêl pêk hat.
Erdhej li Amed û gelek bajarên derdorê jî hate hîskirin. Derbarê windabûn û birîndaran de tu agahî nehatin girtin.
Li gor agehdariyên despêkê di erdhejê de ti windahiyên canî çênebûne, lê mînareya mizgeftekê hilweşiyaye.
Li Herêma Kurdistanê jî hest bi wê erdhejê hat kirin.
Rudaw
