• Friday, 06 February 2026
logo

Berwarî: Barzanî helwesta Talebanî li ber çav digire

Berwarî: Barzanî helwesta Talebanî li ber çav digire
Şêwirmendê berê yê serokwezîrê Iraqê, Adil Berwarî, diyar kir, têkiliyên PDK û YNK bi helwesta wan partiyan li ser guherîna Malikî têk naçe, ji ber ku serokê Herêma Kurdistanê pêgeha serokomarê Iraqê fêm dike.

Adil Berwarî got, helwesta Talebanî li hember aloziya niha ya Iraqê, ji ber pêgeha wî bûye û nêrîn û helwestên endamên PDK û YNK nûnertiya helwest û nêrînên serokên wan partiyan nake.

Berwarî, diyar kir, hinek dixazin cudahiya helwestan bikar bînin lê bingeha têkiliyên her du partiyên han stratejîk e, ji ber ku serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî helwesta serokomarê Iraqê Celal Talebanî fêm dike.

Piştî ku serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, îmzeyên parlamenteran bo stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî “nebes” dîtibû, bibû sedema nerazîbûna aliyên siyasî bi taybet PDK, ku dixastin bawerî ji Malikî bê stendin.

AKnews
Top