Li Sûriyê duhî 77 kuştî hebûn
Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Deraa, Dêrazorê, Şam û Îdlibê 77 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Herwiha piştî şaregunda Hifê ya bi ser parêzgeha Laziqiye de hate dorpêçkirin û artêşa Sûrî ya Azad ji Hifê vekişî, artêşa rejîmê ketê û dest bo operasyon û girtin û bi serdegirtina malan kir.
15 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
