• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Sûriyê duhî 77 kuştî hebûn

Li Sûriyê duhî 77 kuştî hebûn
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandin ku duhî, li Sûriyê 77 kes ji ber bombebaranê û di xwepêşandanên li sertaserî Sûriyeyê de hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Deraa, Dêrazorê, Şam û Îdlibê 77 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Herwiha piştî şaregunda Hifê ya bi ser parêzgeha Laziqiye de hate dorpêçkirin û artêşa Sûrî ya Azad ji Hifê vekişî, artêşa rejîmê ketê û dest bo operasyon û girtin û bi serdegirtina malan kir.

15 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top