Serokê Herêma Kurdistanê Lêborîna Giştî pejirand
Rawêjkarê ragihandina Serokê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher ragihand, “Yasaya Lêborîna Giştî ku ji roja 7ê hezîranê de ji aliyên Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû pesendkirin, îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate pesendkirin.”
Cewher diyar kir ku biryara jimare 13 ku di 7 hezîranê de ji Parlamentoya Kurdistanê derketiye û hatiye pejrandin, Mesûd Barzanî rizamendiya xwe li ser da bi nivîsa jimare 350 bo Parlamentoyê hate şandin.
Rawêjkarê ragihandinê tekez kir ku ew yasa piştî ku di rojnameyan de belav bibe, dê têkeve warê cîbicîkirinê.
AKnews
