Leyla Zana: Baweriya min, Erdogan wê pirsa Kurd çareser bike
Parlemantera Kurd ya li parlemantoya Tirkiyê Leyla Zana, di hevdîtinekê xwe digel rojnameya Huriyet a Tirkî ku îro 14/6/2012`an de hatiye belavkiriye gotiye: "Di dîroka Tirkiyê de hikûmeta herî bi hêz û di asta herî jor de vê iradeyê nîşan dide (behsa Erdogan dike). Ez di wê baweriyê de me ku ewê vî îşî çareser bike.
Zana got: Niha tiştê ji me tê xwestin, divê em hemû ji bo çareserkirina pirsa Kurd li kêleka serokwezîr bisekinin û em wî handan bidin.
Li ser pirsekê ku gelo tu dixwaze digel Erdogan hevdîtin bikî, Zana got: Belê ez dixwazim, gelek giringe, lê pirs ne ewe ez li gel serokwezîr rûnim ya na, divê bi civakê ev tişt bên pêşxistin. Mesela bingehîn ewe ku berya her tiştî tundûtîjî bê sekinandin û divê:
1- Divê gotina terorê li ser Kurdan bê hilanîn.
2- Divê nasnameya Kurd bê naskirin.
3- Divê zarok bi zimanê dayîka xwe bixwînin.
Parelemantera Kurd Leyla Zana diyar kir ku ji aliyê PKK`ê ve jî gelek guhrîn hatin kirin, PKK`ê ji sala 1999`an guherînên stratejî kirin ku ji şûna Serxwebûna Kurdistanê niha ji bo Xweseriya Demokratîk û demokasiyê tê dikoşe. Êdî wijdana ti kes mirina ciwanan qebûl nake.
