• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî mesajeke sersaxiyê ji Berhem Salih re şand

Nêçîrvan Barzanî mesajeke sersaxiyê ji Berhem Salih re şand
Bi minasebeta wefatkirina dayîka Berhem Salih, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji Berhem Salih û malbata wî re şand:

Birayê birêz Dr. Berhem Salih
Bi dilekê pir xem û kovaneke mezin min nûçeya wefatkirina dayîka we ya birêz bihîst. Bi vê minasebeta xemgîn ez ji dil sersaxiyê pêşkeşî we û malbata we dikim û ez hevbeşê derd û xema we me. Hêvî dikim ku, ev ji bo we û malbata we xem û nexweşiya dawiyê be û Xwedayê mezin xwedajîraziya dayîka we bixe ber dilovaniya xwe û bi buheştê şad bike û dilrehetî û bihênfirehîyê jî bide we.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanî
13.06.2012
Top