• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Encumena Bazirganiya Iraq - Brîtanya kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Encumena Bazirganiya Iraq - Brîtanya kir
Îro çarşem 13/06/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Encumena Bazirganiya Iraq - Brîtanya ya bi Serokayetiya Baronês Emma Nicholson Endamê Encumena Lordatiya Brîtanya kir.

Li hevdîtinê de, xanim Emma Nicholson ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana şandê ya Herêma Kurdistanê, behsa girîngiya Encumena Bazirganiya Iraq - Brîtanya kir û geşbûna aborî û bazirganiya Herêma Kurdistanê jî wekî fakterekî serekî ya dirustkirina Encumena hevbeş da zanîn û hêvî xwest ku ev serdan bibê sedema vekirina asoyekî berfirehê alîkariya aborî û bazirganiya li navbera kertê taybetiya Brîtanya û damezrayiyên Herêma Kurdistanê bi navê binyadnana proje û çalak kirina hemû kertan û binyadnana jêrxana Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî aramiya siyasî û îdariya Herêma Kurdistanê û pêşketina aborî û bazirganiyên Herêmê ronahî kir û vekirina hemû dergehên Herêmê jî bi rûyê kompanyayên aborî û bazirganiyên Brîtanya da dûpatkir û hebûna encumenekî wiha jî wekî kenalekî dinê ji bo pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Brîtanyayê nirxand.

Paşê guftûgoyekî vekirî li navbera Serok Barzanî û endamên şandê birêveçû ku têda çendîn mijarên pêwendîdar bi rewşa aboriya Herêma Kurdistanê ronahîtir kirin.
Top