Kurdên Sûriyê banga xwepêşandanê dikin
Roja 14ê hezîranê, salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê ye. Pêncşema dahatî dibe salvegera 55ê ya damezrandina yekemîn partiya netewî ya Kurdî li Sûriyê sala 1957ê a bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan.
Li gor ajansa Rojavayê Kurdistanê ya nûçeyan Mîdyanewsê, Encûmena Kurdî di daxuyaniyekê de ragihand, "Bi vê helkeftê em ji nû ve helwesta gelê xwe yê Kurd tekez dikin ku berdewam in di piştevaniya şoreşa Sûriyê de bo bidesthênana azadî û rûmetê û nehiştina dîktatoriyê".
Her di vê daxuyaniyê de ENKSê daxwaz kir, "Li roja pêncşemê xwepêşandanên mezin li deverên Kurdî bihêne saz kirin, bi mebesta riswakirina hewlên rejîmê di şikandina hemû destpêşxeriyên siyasî ku hewil didin Sûriyê ji şerê navxwe dûr bixin".
Hêjayî gotinê ye ji destpêka şoreşa Sûriyê de berî 15 mehan Kurdan bi şêweyekî çalak di şoreşa Sûriyê de beşdarî kirine.
AKnews
